- Li NSW, 12 LGA yên herêmî ji qedexeyan derdikevin
- Victoria sivikkirina hin qedexeyan ragihand
- ACT alîkariyên piştgiriya COVID-19 berfireh dike
- Queensland di karantîna mal de dozeke civatê tomar dike
New South Wales
NSW 1,351 rewşên nû yên herêmî û 12 mirinan tomar dike. Ji 12 kesên ku mirî 10 kes vaksîn nebûn e.
Ji îroj demjimêr 6 êvarê, Lismore û Albury dikevin girtina heft rojan piştî ku têstkirinê raber kir ku rewş zêde dibine.
Ji îroj demjimêr 1:00 de, girtin ji bo Bega Valley, Blayney, Bogan, Cabonne, Dungog, Forbes, Muswellbrook, Narrabri, Parkes, Singleton Snowy Monaro û Upper Hunter Shire dest pê dike.
Victoria
Victoria 514 rewşên nû yên herêmî tomar kirin û jimara giştî ya rewşên çalak gihîştiye 4,370.
Ji ber ku Victoria dê îroj bigihîje ji sedî 70 ji amanca yekem-doz, hin qedexe dê ji nîvê şeva Îniynê, 17ê Îlonê, li Greater Melbourne û herêma Victoria sivik bibin.
Niştecîhên bi tevahî vaksînlêdane dê bêne destûr kirin ku bi komên ji pênc kesan li derve kom bibin, ku di heman demê de kesên nevaksînkirî yan yek vaksîn lê dane dê bi komên du kesî re were sînorkirin. Lê, derketina ji bo bazarê û werzîşê dê ji 5km bibe 10km.
Australian Capital Territory
Herêmê 15 dozên nû yên herêmî tomar kir ku bi kêmanî heyşt kes dema bi enfeksiyonê di na civakê de bûn.
Hukumeta Commonwealth û ya ACT, Bexşên Desteka Karsazan ya COVID-19 û li hev kirin ku dabînkirina Geştiyariya COVID-19 zêde bikin, Huner, Çalakî û Mêvanperweriyê. Kargeh dikarin agahîyên zêdetir peyda bikin û ji bo bexşan serlêdana vir bikin
Last 24 hours around Australia
- Herêma Bakur, armanc dike ku ji sedî 80ê ji niştecihên xwe heta destpêka Mijdarê bi temamî vaksîn bike.
Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:
Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin. Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera têne nûve kirin.
- Nûçe û agahdariyên bi 60 zimanî li bi dest xîne.
- Rêbernameyên têkildar ji bo dewlet yan herêma we: , , , , , , .
- Zanyarî derbarê COVID-19 bi zimanê te .
Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike: