Niştecîhên Sydney ya Mezin pêwîste li hin cihên giştî yên hundir maskan bikar bînin

Niştecîhên Sydney ya Mezin (di nav wan de Wollongong, Central Coast û Blue Mountains) neçar in ku di hin cîhên hundirîn de maskan bikar bînin: supermarkêtan, navendên kirînê, sînema, şano, veguhastina giştî, salonên bedewiyê û kofêran, cihên îbadetê û lîstikan.

Father helps daughter with mask -  Getty Images - Morsa

Source: Getty Images - Morsa

Ji Duşemê, 4 Çilê de, ne-bikaranîna maskê $200 ceza tê dayîn. Zarokên bin 12 salî ne mecbûr in maskê bikar bînin, li ku gengaz be, rayedarên NSW her kesî handan dikin ku yekê li xwe bikin.

Her weha ji karmendên mêvanperwerî û kasîno jî pêdivî ye ku maskê li xwe bikin.

Cihên îbadetê, dawet û  şûna miriyan ji 100 kesî zêdetir nikarin beşdar bibin û çar metro çarkoşe bo yek kes tê ferz kirin. Klûbên şevê bi tevahî hatine qedexekirin. Klasên werzêşgehê ji 50 kesî bû 30 kesî.

Çalakî û xwepêşandanên li derve herî zêde 500 kes beşdar bibin, û rûniştî bin, bilêt, û cihên girtî 2000 kes dikare beşdar bibe. 

Ji kerema xwe rêbernameyên dawîn yên ji bo wîlayet yan herêma xwe kontrol bike:

Xelk li Australya divê mîtro û nîvekê (1.5) ji hev dûr bin. Qedexeyên herêma xwe sebaret bi girtina sînoran bişopîne.

Eger tu hest dikî te nîşanên zekemê hene, telefone doktorê xwe bike yan pêwindiyê bi Agahdariya Tenduristiya Vîrosa Korona ya netewî bike li ser 1800 020 080 

Nûçe û agahdariyên herî dawî bi 63 zimanan li  hene.

Ji kerema xwe rêwerzên peywendîdar yên ji bo wîlayet yanherêma xwe kontrol bike:  

 


Share
Published 3 January 2021 9:50pm
Updated 9 January 2021 4:26pm
By SBS RADIO
Presented by Mayada Kordy Khalil
Source: SBS

Share this with family and friends