"Çêtirîn encam ku meriv ji wê hukûmeta zordar xilas bibe"

Tara Fatehi 1.jpg

Tara Fatehi (çalakvana mafê mirovan)

Çalakvana mafên mirovan Tara Fetehî di Komîteya Daîmî ya Senetê li ser binpêkirinên mafên mirovan li Îranê ji bo gelê Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.


Piştî mirina Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de li Îranê xwepêşandanên herî mezin yên di van salên dawî de rû didin. Ji wê demê û vir ve, li vir li Australya û li seranserê cîhanê protêsto berdewam dikin. Heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran jî ji aliyê recîmê ve hatine girtin. Lê di van demên dawî de recîma Îranê bajarên Kurdan yên li Îranê û li derveyî sînor dike armanc. Ji bo ku em bêtir li ser sedemên ku Tara Fatehî ew gotar pêşkêş kir, me hevpeyek bi wê re bi rêxist. Ji ber ku Tara li Australya mezin bû ye û nikare xwe bi Kurdî baş derbibire me hevpeyvîn bi zimanî Îngilîzî pêk anî. Her weha, em bi kurtî gotara ku wê pêşkêş kirî werdigerînin.
Tara Fatehî dibêje, "armanca sîstematîk û ya bi qestî li ser herêm û navçeyên Kurdistanê û kêmneteweyan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve li ti cihekî din yê welêt nayê dîtin.

Di dema ku ew medya û gotarên berfirehtir dengê Kurd û kêmneteweyan li Îranê bi temamî qut dike, recîm bi armanca têkbirina serhildanan hêza xwe li Kurdistanê bi cîh kiriye.

Ji bêparkirina herêmê ji elektrîkê, av, keresteyên xwarinê, keresteyên pizîşkî û bikaranîna gaza nervê, rêgirtina li nexweşxaneyan û revandina termên qurbaniyan, kiryarên Komara Îslamî ya Îranê ber bi qirkirina etnîkî ve diçe.

Sînor jî nabin asteng li pêş wan ku ew êrişî kurdan bikin - çend caran recîmê Partiyên opozisyonên Kurdî li Herêma Kurdistanê bombebaran kirine."

Share