Rojbaş hêja!
Heke tu Kurdîzimanî û nu koçe vî welatî kiriye, ev podkasta ji bo te ye.
Australya Binase podkasta SBS Kurdî ya herî dawî ye, armanc ew e ku ji guhdaran re bibe alîkar da adetên xerîb yên awayê jiyana Aussie (Australî) vedihewîne fêr bike, roja Çarşemê 15ê Şibatê dest pê dike.
Her xelekek balê dikişîne ser beşekî taybet ya çanda Australya, di nav de zimanê zargotinê, werzîş û gelek tiştên din.
Her rojeke Çarşemê ji 15ê Şibatê dê xelekeke nu ya Australya Binase li ser platforma podkasta we ya bijare, di nav de Apple Podcast, Google Podcasts û Spotify, peyda bibe.
Bi civaka xwe re parve bikin da ku li ser jiyana li Australya bêtir fêr bibin.