Dostaniya xweş bi awayekî ne gengaz çêdibe

Farhad Bandesh and Mostafa Azimitabar (NATALIE GRONO).jpg

Me hevpeyvînek bi derhêner Angus McDonlad, penaxwazên Kurd Ferhad Bendêş û Mostefa Azîmîtabar re pêk anî ye. Heveypeyvîn derbarê belgeflîma 'Freedom is Beautiful' wate Azadî Xweş e.


Freedom is Beautiful wate Azadî Xweş e çîroka du penaxwazan e, ku ji ber zilmê ji Îranê reviyan. Di sala 2013an de ji bo mafê penaxwaziyê ji hev cuda bi gemiyê derbasî Australya bûn.

Gihîştin Girava Christmas, çend rojan piştî ku Hikûmeta Rudd di Tîrmeha wê salê de sîyaseta nû ya proseya deryayî ya Australya saz kir, ew hatin veguhastin dervayî Australya û paşê nêzîkî 8 salan ji aliyê Hikûmeta Federal ve di kampa binçavkirina koçberiyê de girtî bûn.

Li Girava Manus, wan 6 sal derbas kirin, li wir hevûdin nas kirin û hevaltiyeke nêzîk ava kirin ku li ser huner, muzîk û daxwazeke hevpar ya axaftin û berxwedanê hat damezrandin. Di sala 2019-an de ew bo Australya hatin veguheztin û 18 mehan di binçavkirina koçberiyê de li Melbourne man. Di sala 2021-an de, tenê mehekê ji hev cuda ku di jiyana xwe de yekem car azadiya xwe bi dest xistin.

Mostefa Azîmîtabar û Ferhad Bandêş zilamên awarte û karîzmatîk û zelal in ku di salên destpêkê yên di binçavdêriyê de li Girava Manus bûne dengê sereke li dijî sîstêmeke keyfî ku bi hezaran mirovên bêsûc û bêparastin neheqî kirin.

Di salên binçavkirinê de di hawîrdoreke hovane ya sazûmanî de, ew di nav pirsgirêkên tenduristiyê û trawmayê de jîyan.
Mostafa Azimitabar Angus McDonald Farhad Bandesh (NATALIE GRONO).jpg

Di şûna wê de, wan bi muzîk û hunerê re aramî dîtin. Vê yekê ne tenê alîkariya wan kir ku bijîn, lê di heman demê de şer bikin, bi cîhana derve re girêdanê çêbikin, toran ava bikin û herdem dengê xwe bikar bînin da ku ji bo azadiya her kesî bêwestan şer bikin.

Bi gotinên wan xweş tê gotin, Freedom is Beautiful wate Azadî Xweş e, çîrokeke bilindkirina hêza evînê û mirovahiya me ya hevpar e. Ev belgefîlim ê di Festîvala Sydney ya filîman, Sydney Film Festival de were nîşandin 11/06/2023 û 18/06/2023.

Share