Laşên 104 Êzîdiyan li goristana qurbaniyên Koço tên veşartin

Source: Shamo Silo
Zêdeyî 100 endamên Êzîdî ku şeş sal berê ji hêla komek çete ya DAIŞ ve hatibûn kuştin bi merasîmeke girseyî li gundê Koço hatin veşartin. Tîmê Lêpirsîna Neteweyên Yekbûyî ji bo Pêşdexistina Tawanên DAIŞ yên li dijî Êzîdiyan bi hukumeta Iraqê re karkir da ku hestiyên 104 Êzîdiyan vegerîne Koço, û ji hêla hezkiriyên wan ve werin veşartin. Em derbarî wê mijarê ji Wagga Wagga bi Şemo Silo re diaxafin ku gelek ji gundî, heval û dostên wî di nav wan 104 kesan de hene.
Share