Daîre/Bîro dibêje ji sedî 95 ji malbatan formên serjimêriyê tijî-kirin tev ku di dema tijikirina forman de komputerên daîreyê bo chend rojan kar nedikirin.
Di serjimêriya 2016 de xoya bû ku nishtecêyên li Australya gihîshtin 24 milyon û 400 hezar mirovî. Herweha xoya bû ku 2 ji 3 kesan li bajarên paytext li Australya dijîn ku pirraniya wan li Sydney ne.
Derbarê kesên Kurdî-ziman li Australia xoya bû ku jimar zêdeye bûye.
Bîroya serjimêriyê dibêje li herêma NSW: 2,654 kurdî ziman hene, li VIC 1,604 kurdî ziman hene, li QLD 592 kurdî ziman hene, li South Australia/Bashûrî Australya 754 kesên Kurdîziman hene, Western Austalia/Rojavayê Australya 533 kurdîziman hene, li Tasmania: 19 kes hene, li Northern Territory/Navcheya Bashûrî Australya 4 kurdîziman hene û li Canberra 42 kesên Kurdîziman hene, yanî tevahiya Kurdîzimanan ango kesên bi kurdî li Australya diaxafin 6,199.
Hêjayî gotinê ku di serjimêriya sala 2011 de 4,589 kurdîziman hebûn, ev jî xoya dike ku jimar bi 1,610 kesan zêde bûye.
Emê di rojên li pêsh de zêdetir agadarî derbarê vê mijarê bo we guhdarên hêja ragihînin.