Di axaftina bi SBS Kurdî re, birêz Bûçanî got: "Tîşek li Australya nehatiye guhertin - ew mirovan sirgûnî Nauru û Manus (giravên) dikin - ew siyaseta heye."
Birêz Bûçanî şeş salan di navenda çavdêriyê de derbas kir piştî ku Hêza Deryayî ya Australya di Tîrmeha 2013 de ew û dora 60 zilamên din di keştiyeke ji Endenosiya derbas dibûn girt.
Ew pêşî bo Girava Christmas hat şandin û dûre bo Girava Manus ya li Papua New Guinea hat şandin.
Di sala 2019 de, ji bo beşdarîbûna di festîvala nivîskarên New Zealand e bibe vîzeya mehekê dan wî û paşê di sala 2020-an de statûya penaberiyê wergirt.
Ew niha ji bo pirtûka xwe ya nû ya bi navê 'Azadî, Tenê Azadî' li Austraiya ye.
Birêz Bûçanî got tev ku ew kêfxweş e li New Zealand dijî, gelek heval û piştgirên wî li Australya hene ku ji wî re bûn alîkar dema bi salan di girtîgehê de bû.
Wî got gelek kesan di hilbijartinên federalî yên 2022 de dengê xwe dabûn ALP (partiya Kar) bi hêviya ku rewşa penaberan biguhere lê heya niha ev yek pêk nehatiye.
Birêz Bûçanî rexnegiriya xwe derbarê hukumeta Australya ya 'Çareseriya Pasîfîk II' ya ji bo penaberan, bi taybetî 'Operasyona Serweriya Sînoran' ku bi eslê xwe ji hêla hukumeta Koalîsyonê ve di sala 2013-an de hatî destnîşan kirin berdewam dike.
"Dema ku penaber tên welatekî, divê li gorî qanûn û peymanên navneteweyî werin darizandin û her weha destûr bê dayîn ku bimînin û jiyaneke nû ava bikin," wî got.
"Penaber ji bo aboriyê baş in. Gelek welat di nav şer û qeyranên ku dibin sedema penaberan de ne, ji ber vê yekê ew hewce ne ku berpirsiyariya penaberan (ji encama tevlîbûna wan di van şeran de çêbibin) bigirin."
Derbarê rewşa li Îranê birêz Bûçanî got Kurdan di xwepêşandanên li dijî hukumeta Îranê piştî mirina Jîna Emînî roleke mezin lîst.
Di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi tundî piştgiriyê dide çalakiyên 'Jin, Jiyan, Azadî' û got, ya girîng ne tenê guhertina desthilatdariyê ye, guhertina nirxan û afirandin û avakirina sîstemeke demokratîk e."
"Pirsgirêk ne tenê hukumet e - divê em piştrast bikin ku sîstemeke demokratîk were holê," wî got.
"Pirsgirêka gelê Kurd ne tenê bi hukumetê re ye, bi opozisyona rastgir re ye jî. Divê Kurdên li diyaspora jî çalak bin."