Di 6î Şubatê de erdhejîneke bi hêz li bakur-rojavayî Sûriyê û Tirkiyê xist, ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û mal hilweşiyan. Alîkariya mirovî ji gelek welatan dighêje Tirkiyê lê mixabin pirr kêm alîkarî dighêje bakur-rojhilatî Sûriyê bi taybetî deverên Kurdan. Ziyaneke mezin gihîşt bajarokê Cindirêsê û gundiyê Şîyê ku nêzikî Efrînê ne, hema hema bajarok bi tevahî hiweşiya ye. Em derbarê ka çi alîkariya mirovî gihîştiye wî bajarokî bi berêz Mihemed Hemkoçer re biaxafin.