Zêdebûna bûyerên grîpê: Pispor dibêjin dema vaksînlêdanê ye

Flu vaccine Source: AP / Mary Conlon/AP
Piştî hejmareke bilind ya bûyerên grîpê li Australya sala par, pispor hemû Australyayîyan hişyar dikin ku pêwîst e vaksînlêdana salane ya herî dawî bistînin - û her weha tedbîrên din yên paqijiyê bigirin da ku rîska xwe kêm bikin. Îsal heta niha, 63,000 bûyerên grîpê li seranserê welêt hatine tomar kirin, û pispor dibêjin ev ji bo vê dema salê - destpêka demsala grîpê - hejmareke zêde ye. Lê gelo ev sal dê demsaleke grîpê ya giran be, ew jî bi gelek faktoran ve girêdayî ye.
Share