Rêferendoma Deng: Ew çi ye û çima Australya pêk tîne?

CANBERRA RECONCILIATION WEEK STOCK

The moon is seen behind the Australian flag, the Indigenous flag and the flag of the Torres Strait Islands flying outside Parliament House to mark Reconciliation week in Canberra, Tuesday, May 30, 2023. (AAP Image/Lukas Coch) NO ARCHIVING Source: AAP / LUKAS COCH/AAPIMAGE

Di dawiya vê salê de, Australî dê di referendoma Dengdana Xwecihî de ji bo parlemanê deng bidin. Li vir tiştê ku hûn hewce ne derbarê pêvajoyê de zanibin heye, her weha çima ew pêk dihêt, û civak dikarin çi hêvî bikin da alîkariya rêberiya biryara dengdanê bikin.


Dê di demek nêzik de bang li dengdêrên bijarte were kirin ku biryarê bidin ka divê destûra Australya were nûvekirin da ku gelên Xwecî bi navgîniya nûnerekî ku wekî Dengê Xwecîyan li Parlemanê bê nas kirin were nûve kirin.

Deng dê komeke hilbijartî be ku li ser pirsgirêk û qanûnên ku bandorê li gelê Neteweyên Yekem dikin şîretan li hukumetê bike.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Australya (AEC) Evan Ekin-Smith girîngiya referandomê di pêvajoyê de vedibêje.

Ew dibêje, "Referandom dengdana niştimanî ye li ser mijareke taybetî ji bo guhertin yan neguhertina destûra Australya," ye.
Tekane rêya ku hûn dikarin Destûra Bingehîn biguherînin bi rêya dengdana gel e. Parleman ne xwedîya wê hêzê ye ku vê yekê bike.
Evan Ekin-Smyth
Destûr destnîşan dike ka hukumeta federal çawa dixebite. Ew bingeha çawaniya danûstandina Commonwealth, wîlayet û xelkê diyar dike; di nav de kîjan qanûn dikarin ji aliyê parlemanên wîlayet û federal ve bêne çêkirin.

Dê ji xelkê were xwestin ku ji bo pirsa jêrîn dengê 'erê' yan 'na' bidin…

"Qanûneke pêşniyazkirî: Ji bo guhertina Destûra bingehîn ji bo naskirina Gelên Yekem e Australya yê bi damezrandina Dengekî ji Aborjinîyan û Giravên Torres Strait re be.

Tu vê guhertina pêşnîyazkirî dipejirînî?
YES 23 VOICE CAMPAIGN SYDNEY
A supporter is seen with the Aboriginal flag painted on her face in support of the vote hold placards during a Yes 23 community event in support of an Indigenous Voice to Parliament, in Sydney, Sunday, July 2, 2023. (AAP Image/Bianca De Marchi) NO ARCHIVING Source: AAP / BIANCA DE MARCHI/AAPIMAGE
Ji bo referandom bi ser bikeve, divê piraniyeke dualî destekê bide. 

"Ji bo referandom derbas bibe, divê ji aliyê neteweyî ve piraniya dengên 'erê' bi dest bixe, li piraniya wîlaytan jî dengê 'erê' bi dest xîne. Ji ber vê yekê, herî kêm çar ji şeş wîlaytên Australya neçar in ku dengê erê bidin" Birêz Ekîn-Smyth diyar dike.

"ACT û NT hê jî mîna her welatiyên Australya dengê xwe didin û di kaxeza dengan de nîşana 'erê' yan 'na' didin. Tenê ber bi piranîya neteweyî ve tê hejmartin û ne li hember wê astengîya duyem e ku divê referandom derbas bibe. Ji ber vê yekê, dengên herêman (territory) ji bo piranîya neteweyî hîn jî gelekî girîng in.

Pêşniyaza ku Dengê Xwecî ji Parlemanê re bibe saziyeke nûneran ya hevsengiya zayendî, ku ji hêla civakên Neteweyên Yekem ve hatî hilbijartin da ku nûnertiya wan di şîretkirina Parlemanê de dema amadekirina qanûnên bandorê wan bike.
Ew dê ne xwediyê hêza pejirandina qanûnan, vetokirina biryaran yan dayîna diravan be. Parleman dê bi normalî karê xwe bidomîne.

Profesor Megan Davis jineke Cobble Cobble û Seroka Qanûna Destûrî li Zanîngeha NSW ye. Ew di Destûra bingehîn de beşek ji Panêla Pisporan ya Naskirina Gelên Aborjinî û Girava Torres Strait bû ku pêşniyara Deng pêşkêş kir.

Ew dibêje ku welatên din bi serkeftî modelên bi vî rengî bicîh anîne.

Ew dibêje,"Ev reformeke pir hevpar e ku ji sîstêmên demokratîk yên li seran serê cîhanê hatîye çêkirin da ku dengê gelên Xwecî were bihîstin dema ku hukumet qanûn û siyasetan li ser wan çêdikin."
Yek ji sedemên ku me nekaribûye valahiya kêmasiyê li Australya bigirin ev e ji ber ku hukumet pir kêm caran bi civatan re şêwirê dike dema ku ew qanûn û siyasetan li ser wan çêdike.
Professor Megan Davis
Neteweyên Yekem li Australya nerînên cuda yên sîyasî hene, hinek ji wan bi pêşnîyara Deng nerazîne. Siyasetmedarên resen yên navdar jî di nav de hene.

Senatora Lîberal yê Herêma Bakur Jacinta Price û rêberê berê yê partiya Kar Warren Mundine di çarçoveya kampîna 'Na' de cih digirin. Ew dibêjin Dengdana di Parlemanê de dê ji bo çareserkirina xelkê resen yên bêpar kêm tiştan bike.

Herku rêferandom nêzik dibe, kampina 'Erê' û 'Na' dê gengeşeyên cuda yên dijderketina Deng pêşkêş bike, û belavok dê ji malên li seranserê welêt re bêne şandin.
JACINTA PRICE VOICE PRESSER
Country Liberal Party Senator Jacinta Nampijinpa Price walks with a young Indigenous woman wearing an Australian flag ahead of a press conference at Parliament House in Canberra, Wednesday, March 22, 2023. (AAP Image/Lukas Coch) NO ARCHIVING Source: AAP / LUKAS COCH/AAPIMAGE
Berdevk Evan Ekin-Smyth dibêje, AEC ji bo agahdarkirina zêdeyî 17 mîlyon dengdêrên Australî ye qeydkirî kampîneke agahdariyê pêş ve dibe

"Di roja referandomê de wê li gelemperiya welêt bi hezaran cihên dengdanê hebin.

" Herweha di hefteyên li pêş de navendên dengdanê yên pêşwext jî dê hebin, ji ber vê yekê eger hûn nikaribin di rojê de deng bidin, hûn dikarin bi awayekî kesane berê xwe bidin navendeke pêşwext ya dengdanê. Dê dengdana li derveyî welat jî hebe, dengdana ji dûr ve, dê dengdana bi posteyê hebe, û herweha dengdana bi telefonê ji bo mirovên kor."

Pat Callanan nûnerê AEC ye. Ew, cureyên çavkanîyên ku dê bigihîjin hilbijêran vedibêje.

"Em ê çavkaniyên ku ji bo zêdetirî 30 zimanên cihêreng yên çandî û zimanî hatine wergerandin pêşkêş bikin, li ser malpera me û bi rêya xizmetên wergêra têlefonê jî peyda bibin."

Ew dibêje ger hûn ji bo dengdanê qeydkirî bin, hûn ê di referandomê de jî deng bidin. Ev tê wê wateyê ku dengdana di referandomê de ji bo welatiyên qeydkirî mecbûrî ye.

"Divê hûn hemwelatiyê Australya bin, lê em mirovan teşwîq dikin ku heke we bar kiribe yan hûn ne ewle ne ku qeydkirina we rojane ye, hûn dikarin qeydkirina xwe li ser aec.gov.au kontrol bikin û pê ewle bin ku hemî hûrguliyên qeydkirina we nû ne.

Birêz Ekin Smyth bawer dike ku girîng e hûn beşdarî nîqaşê bibin û lêkolîna xwe bikin.

Ew dibêje, "Bi kûranî li ser mijarê bifikire, ew ji referandomê cuda ye. Hûn li ser namzedên ku hûn dixwazin hilbijêrin nafikirin, hûn li ser mijarê difikirin."
Bi baldarî lêkolîna xwe bikin, bifikirin ka hûn dixwazin dengê erê yan na bidin kê, û pê ewle bin ku hûn bi agahdarî werin ser sindoqan.
Evan Ekin-Smyth
Girîng e ku mirovv zanibe encam girêdaye, dibêje berêz Callanan.

"Gelekî girîng e ku hûn gotina xwe bibêjin, hûn bi kîjan awayî deng didin bidin. Li AEC, me pêwindî pê nîne ku xelk çawa deng dide, tiştê ku ji me girîng e ku xelk deng bide, û ew bi rastî tiştekî taybetî ye, ku hûn dikarin li ser wê gotina xwe bibêjin. Ji ber vê yekê, em we teşwîq dikin ku vê yekê ciddî bigirin."

Share