'Footy' çî ye? Her tiştê ku divê hûn li ser werzîşên Australî zanibin

Children playing football in their local under 12's competition.

Children playing football in their local under 12's competition. Source: AAP

Yek ji yekem tiştên ku hûn ê piştî gihîştina Australya bala xwe bidinê ew e ku Australî çiqa dixwazin beşdarî werzîşê bibin yan temaşe bikin. Xem nake çi demsal e yan cihê lê dijîn, werzîşeke li gorî meraqa we her dem heye.


Medya di qada werzîşê ya Australya de roleke girîng dilîze, digel ku gelek bûyerên werzîşê di radyo û televîzyonê de bêpere têne weşandin. Gelek pêşandanên TV, bernameyên radyo û kovar tenê ji bo werzîşê têne pêşkêşkirin.

Wekî welatekî, Australya di gelek bûyerên navneteweyî de, di nav de Lîstikên Olîmpîk û Lîstikên Paraolîmpîk, pêşbaziyê dike. Australya di heman demê de carekê li Melbourne (1956) û carekê jî li Sydney (2000), ji bilî Lîstikên Commonwealth di pênc carên din jî mazûvaniya Olîmpiyadên Havînê kiriye.

Di vê beşê Australya Binase de em li ser çend werzîşên herî populer e wek, Fûtbola Australî, Rugby Lîg, krîket û tenîs diaxivin, û hin ji rêzikên her yekê qal dikin.

Guhdare hemî xelekên Australya Binase li ser Apple Podcasts, Google Podcasts û Spotify.
Australia Explained di destpêkê de ji hêla Maram Ismail ve ji bo SBS Erebî24 hate afirandin.


Share