Bi hêviyên mezin berê xwe didin Ewropa lê ew dibin qurbaniyên qaçaxçîyan

Hussain Alyas Khidr

Source: Supplied by Hussain Alyas Khidr

Bi sedan penaber û koçberên ku piranîya wan Kurd û Êzîdî ne, li ser sînorê Belarûs asê mabûn û nikaribûn derbase welatên Ewrupî bibin.


Qaçaxçiyên ku bi jiyana welatiyan dilîzin, salê bi sed hezaran dolar bi dest dixin, û gelek caran kesan dixapînin ku derbasbûna bo Ewropa hêsan e û tu tehlûke têde mîne. Husên Elyas Xidir ji me re behsa ezmûna çûna xwe, hevjîna xwe û deyka xwe dike, ku çawa wî zêrê deya xwe û hevjîna xwe firot ji bo nirxê rê bide qaçaxçiyan. Lê mixabin pereyên wan jî çûn û piştî dîtina dijwariyan ew car din vegeriyan kempa penaberan ya Şariya li Dihokê. Husên Elyas Xidir pêşkêşe vîzeya ji boçûna hin welatên Ewropî kiribû û Australiya jî berî sê salan lê ew hat redkirin.


Share