Rami Xalid Te’lo ji Şengalê ye, ew 21 saliye. Piştî fermana 3/8/2014 ew niha li Şariya dijî. Ew gelekî ji wênekêşiyê hez dike, ku wî ji sala 2012 de ev meraqa heye. Ramî wêneyên penaber û awareyan dikişîne da ku nîşanî hemû cîhanê bike ku Êzîdî piştî heyşt salan ji dema fermanê cî girtî hîn jî di rewşeke dijwar de dijîn. Xewina Rami ku rojekê kamêreyeke wî ya baş hebe da ku wêneyên profisyonal bigire û ew bawer dike dê ew xewina dema werin Australya bi cîh bibe.