Xewna Rodî Cindo her dem ew bû ku rojekê salona xwe ya porçêkirinê vebike. Ew xewn di Tebaxa 2020-an de pêk hat. Salona Rodî ya li navenda Toowoomba ku bajarekî biçûkî li Queensland e, gelek penaberên Kurdî ziman li wir dimînin. Rodî digel herdu xwişkên xwe di sala 2017an de ji Herêma Kurdistanê gihîştin Toowoomba. Lê bi resenî ew ji Efrînê ne, û di encama şerê li Sûriyê reviyan Herêma Kurdistanê ku 6 salan berî hatina Australia li wir man.