Serjimêrî wêneya herî berfireh ya welat e û çîroka ku em çawa tên guhertin vedibêje. Daneyên serjimariyê ji me re behsa pêkhateya aborî, civakî û çandî ya welêt dike.
Serjimêriya sala 2016 xuya kir ku 23 milyon û 400 hezar kes li Australya hebûn û ji wê hejmarê 6,199 kes Kurdî-ziman bûn.
Lê serjimêriya 2021 raber kir ku serjimêriya Australya gihîştiye 25,422,788 kesan e. Ji serjimêriya 2021 xuya bû ku hejmara Kurdî zimanan li Australya gihştiye 9,893 kesan e, yanî hejmar bi 3,694 kesan zêde bûye. Lê di heman demê de 10,171 kes jî didin xuyakirin ku ew ji paşerehên Kurd in.
Li NSW 4,147 Kurdîziman hene, dûre QLD tê 2,512 Kurdîziman hene, li Melbourne 1,745 kesên bi Kurdî diaxafin hene, li Başûrî Australya 777 Kurdîziman hene, li Rojavayî Australya 646 kesên bi Kurdî diaxafin hene, li Tasmania 14 kes hene,
li Herêma Bakur 8 Kurdîziman hene û li Herêma Paytext ACT 51 Kurdîziman hene, ku bi tevahî dike 9,893 kesên ku bi Kurdî li mal diaxafin li Australya hene.