‘Armanca min ew e ku em zimanê xwe biparêzin’: Mey Dost

Mey Dost

Source: Supplied

Mêvana SBS Kurdî îroj keçeke Kurd e 21 salîn e ku li Almaniya ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Wê ji zaroktiya xwe de meraq dikir ku fêre zimanan bibe ku bav û diya wê jî roleke mezin di fêrbûna zimanî de lîstin– bi taybetî zimanê Kurdî. Em gelek caran dibînin ku zarokên li derveyî welat mezin bûnî rastî dijwariyên fêrbûna zimanê zikmakî dibin ku ev yeka hin caran dibe pirsgirêk di nav malbatê de. Mêvana min îroj Mey Dost e ku emê li ser ew çawa fêrî zimanê Kurdî bû û herweha em dê li ser çalakiyên wê yên li ser YouTube û mediya civakî jî biaxafin.



Share